Îlon 21, 2019 07:46 Asia/Tehran
  • Textrewançî: Amerîkayê bera xwe daye sîyaseta ''zexta herîzêde'' dijî Îranê

Nunerê Dayimî yê Komara Islamî ya Îranê li NY di nameyekê de jibo Sêkrêtêrê Gişt NY û Serokê Konseya Ewlehîyê ya wê sazîyê de, idiaya amrîkîyan a derbarê mûşekên Îranê û pişkdarîya Îranê di êrişên ser palavgehên nifta Erebistanê de ret kir û got: Amerîkayê di çarçova sîyaseta ''zexta herîzêde'' da bera xwe daye emraza ''xapandia herîzêde'' dijî Îranê.

Nunerê Dayimî yê Komara Islamî ya Îranê li NY Mecîd Textrewançî di wê nameyê de idiaya amerîkîyan ku gotine bernama mûşekî ya Îranê berovajî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê ye ret kir ş got: Tu yek ji mûşekên Balêstîk ên Îranê jibo rakirina kumikên navokî nehatine darêştin û bernama mûşekî ya Îranê tam di ççarçova biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê ya NY da ye.

Mecîd Textrewançî herwiha amajeyî rapora buhurî ya Sêkrêtêrê Gişt NY ku têda hatîye  ''hîç qirar an rêbazeke cîhanî tineye ku bi awayekî taybet çavdêrîyê ser pêşxistin û berfirekirin, ceribandin, berhemanîn, bidestxistin û veguhestin, bicihkirin an bikaranîna mûşekan bike '' kir û bibîr xist ku di civîna buhurî ya Konseya Ewlehîyê ya NY de jî hîç hevdengîyek derbarê têkilîya avêtina wan cure mûşekan bi biryarnama 2231`ê va pêk nehat.

Textrewançî herwiha got: Amerîkî di halekî da Îranê bi binpêkirina biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê tawanbar dikin ku Waşîngtonê bi vekişîna ji Rêketinama Atomî bi aşkirayî ew biryarnama binpê kirîye.

Nunerê Dayimî yê Komara Islamî ya Îranê li NY dijberîya berdewam a Amerîkayê himberî biryarnamên Konseya Ewlehîyê sedema bêhitbarbûna bingehîn a wê konseyê zanî û ji civaka cîhanî xwest ku wisa bike Amerîka têkildarî karên xwe bersivder be.

Textrewançî di dewamê de amajeyî idiaya amerîkîyan derbarê pişkdarîya Îran di êrişên ser palavgehên nifta Erebistanê de kir û got: Amerîka dewsa hewildanên wiha bêçine û idiayên pûç û bêbingeh, divê firotin û şandina bêmînak a çekên pêşketî bo Rojhilata Navînê ku ji hêla hevpeymanên nêzîkî Amerîkayê yên li navçê ve jibo kuştin û kavilkirina Yemenê tên bikaranînê, rawestîne.