Serleşir Sefewî: "Îran dê bersiva komployên Emerîkayê bi micidî bide"
Alîkar û şêwirmendê pilebilind ê fermandê giranqedr ê gişt hêzên Îranê bal kişand ser vê yekê ku her hereketa li dijî Îranê navçê diguherîne û got: "Emerîkî ger li hizra komployan bin, Îran ji Medîteranê heta deryaya sor û oqyansûa Hindê dê bersiva wan bide."
Serdar serleşkir seyd Yehya Rehîm Sefewî li axiftina beriya xutbeyên nimêja îniyê ya Têhranê bal kişand ser vê yekê ku siyaseta Îranê pêkanîna aşitî û ewlehiya mayînde li navçê û derketina hêzên biyanî ye û got: "Îranê dilê êrişkirinê tine lê li hember destdirêjkiran dê bi micdiî berevaniya xwe bike."
Serleşkir Sefewî bal kişand ser işkestên Emerîkayê li navçê ji wan li Sûriye, Iraq û Efganistan, Lubnan, Filistîn û Yemenê û destnîşan kir: "Hevpeymanên Inqilaba Îslamî û Bereya Berxwedanê bi hebûna zirûfên berfireh ên gelanî û mirovên ku hişmend û wêrek û bi armanc in ji hevpeymanên Emerîkayê bihêztir bûne."
Alîkar û şêwirmendê pilebilind ê fermandê giranqedr ê gişt hêzên Îranê her wiha bala xwe da ser işkesta hevalbendiya siûdî li êrişa ser Yemenê û got: "Berevaniya îro ya yemeniyan li çarçoveya tolhildaneke rewa û qanûnî ye."