Tebax 23, 2019 16:30 Asia/Tehran
  • Zerîf li Parîsê çû dîtina Mekron

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê îro anku Îniyê digel Êmanûêl Mekronê Serokomarê Fransayê li Parîsê hevdîtin pêk anî.

Hevdîtina Mekron û Zerîf rojek beriya destpêkirina civîna sêrojî ya serokên Koma Heftê (G7) li Fransayê pêk hatiye.

Wezîrê karên derve yê Îranê beriya sefera bo sê welatên warê Nordîkê, Pêncşemiyê bi şev jibo hevdîtina bi Serokomar û Wezîrê karên derve yê Fransayê berê xwe da Parîsê.

Zerîf roja Pêncşemiyê tevî amajeya bi sefera xwe bo Parîsê jibo hevdtina bi serokomarê Fransayê, got: Ez li ser fermana Hesen Rûhanî, Serokomarê Îranê û jibo hilkolandina pêşniyara Mekronê û têgihîştinên hevpar diçim Parîsê.

Serokomarê Fransayê roja Çarşemiyê got: Beriya civîna Koma 7ê (G7) di hevdîtina digel rayedarên îranî, hin pêşniyaran jibo kêmkirina kêşeya navbera Waşîngton û Têhranê raber bikin.