Tebax 22, 2019 18:52 Asia/Tehran
  • Îranê 9 miliyar dolar kelûpel firotine Iraqê

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Parêzgeha Kirmaşanê qala derfirotina 9 miliyar dolarî ya kelûpelên Îranê bo Iraqê di sala 2018an da kir û got: Parêzgeha Kirmaşanê bi reqemek derdora sê miliyar dolar derfirotinê bo Iraqê pişk û pareke girîng ji vê danûstandina ticarî hebûye.

Li gorî rapora IRNAyê, Kêywan Kaşifî, Serokê Odeya Bazirganiyê ya Parêzgeha Kirmaşanê roja Pêncşemiyê di civîna desteya ticarîya parêzgeha Babila Iraqê digel tacirên Kirmaşanê, li ser pêwîstiya parastin û zêdekiirna derfirotina Îranê bo Iraqê pêgirî kir û got: Stratejiya girîng a Îranê derfirotina madeyên seretayî, zêdekirina sermiyandanîna hevpar û bikaranîna sînorên hevpar digel Iraqê ye.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Parêzgeha Kirmaşanê her wiha li ser pêwîstiya zêdekirina tranzîta navbera du welatan pêgirî kir û got: Li gorî vêya ku Îranê û Iraqê zirûfeke berbiçav di tranzîta navçeyê da hene, îmkana zêdekirina tranzîta navebra du welatan heta pênc qatî asta niha heye.

Sadiq Haşim fazil, Serokê Odeya Bazirganiyê ya Babila Iraqê jî tevî amajeya bi bernameyên ku jibo zêdekirina danûstandina ticarî navbera Îranê û Iraqê hene, got: Di sefera vê dawiyê ya serokê Komara îslamî ya Îranê bo Iraqê hin hevhatin navbera serokên du welatan pêk hatin ku yek ji wan pêkanîna sê navçeyên azad di zîvala sînorî ya navbera Îranê û Iraqê bû.