Tîrmeh 23, 2019 19:30 Asia/Tehran
  • Daxwaza Londonê ji Têhranê bona azadkirina niftkêşa brîtanyayî

Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê ji Îranê xwest ku bila amadekariyên azadkirina niftkêşa xirabkar a vî welatî bike.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Jeremy Hunt, wezîrê karên derve yê Brîtanyayê duşemê şev bi amadebûna li parlemana vî welatî tevî xwendina daxûyaniya dewleta vî welatî li bara berteka li hember rawestandina niftkêşa brîtanyayî li Kendava  Farsêji aliyê Îranê ve got: Em ji Îranê dixwezin ku bila demlidest niftkêşa brîtanyayî û kedkarên di nava wê de azad bike û em li dû avakirina  hêzeka ewrûpî bona parastina gemiyan in.

  Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê di dewama gotinên xwe yên muherik de îdia kir: Brîtanya bona zêdekirina  asta ewlehî û dilniyabûnê dê tevî piştgiriya ji pêkanîna  hêzeka  ewrûpî  bona parastina gemiyan, asta ewlehiya gemiyên ku ji tengava Hurmizê derbas dibin, sê qatan zêde bike.

  Wezîrê karên derve yê Brîtanyayê bal kişand ser vê yekê ku London li dû dijminatiya li hember Îranê nîne û li beşek din ji gotinên xwe de jî got ku London dixweze 29 Tîrmehê gemiya şêr a Dankenê bişîne Kendava Farsê.

  Lê wezîrê karên derve yê Brîtanyayê li bara azadkirina niftkêşa îranî ku bê heger û bi tenê ser daxwaza Emerîkayê li perava Cebel Tariqê hatibû rawestandin, tiştek negot.

Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî roja Înî, 19`ê Tîrmehê ligorî daxwaza Sazîya Karên Gemîvanî û Benderan a Parêzgeha Hormizganê li başûra Îranê, gemîya nifthilgir a ingilîsî ya bi navê Stena Imero bi hegera bûyersazî, vemirandina GPS`ê û valakirina zibilên niftî nav deryayê li Tengava Hormizê rawestand.

 Kiryarên neqanûnî yên Brîtanyayê li halekê ne ku ev welata midehek berî niha niftkêşeka hilgirê nifta Îranê li avriya navneteweyî ya Cebel Tariqê berûvajiya  prensîpên hiqûqî yên çavdêrê peywendiyên navneteweyî û bona kişandina bala Koşka Sipî rawestandiye û personêlên vê niftkêşê hêsîr kirine.