Tîrmeh 23, 2019 18:04 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Emê piştevaniya xwe ji Berxwedana Filistînê heta serketina dawiyê bidomînin

Sêkritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê got: Piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê ji Filistînê dê heta serketina tam a tevgera Berxwedanê li hemberî dagirkerên zarokkuj were domandin.

Elî Şemxanî, Sêkritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê roja Sêşemiyê di hevdîtina bi Salih Arûrî, Alîkarê Serokê Ofîsa siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) li Têhranê got: Xala bingehîn a piştgiriya ji ramana Filistînê ji xalên Înqilaba Îslamî ye û dê heta serketina tam a Tevgera Berxwedanê li hemberî dagirkerên zarokuj were domandin.

Sêkritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê plana nasyar bi Danûstandina Sedsalê kiryareke têkçûyî da zanîn ku nikare cih were û got: Rêjîma Siyonîst û piştgirên wê di rewşeke lawaz û ber bi jinavçûnê da ne û planên sexte ku li dijî xwest û iradeya gelê Filistînê bin, dê serê xwe negirin.

Şemxanî bi gotina vêya ku hin desthilatdarên ereb ku li dû pêkanîna nakokiyan navbera komên Berxwedanê û piştgirên sereke yên Filistînê bûn, roja Îro bi dijminê siyonîst ra danûstandinê dikin û jibo kuştina misilmanan ji rawêjkarên wan ên leşkerî alîkariyê dixwazin, destnîşan kir: tenha riya serketinê û bidestxistina mafê gelê Filistînê, palpiştiya bi vîna navxweyî û Berxwedana Îslamî ye.

Salih Arûrî jî tevî sipasiya ji piştgiriyên berdewam ên Komara Îslamî ya Îranê ji berxwedana gelê Filistînê, destnîşan kir: Gelê Filistînê ti tirsa xwe ji gefên Rêjîma Siyonîst tuneye û bi piştgiriya hin welatên serbixwe û înqilabî dê li hemberî destdirêjkeran li ber xwe bide.