Alîkarê ewil ê serokkomarê: Îranê roleka giring li dabînkirina ewlehiya navça Kendava Farsê heye
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê hez dike ewlehiya mayînde li navçê û kendava Farsê pêk were.
Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê li nav koma nûçegîhanan got:Bi tenê Îran û welatên din ên navçê dikarin ewlehiya navçê dabîn bikin loma emerîkî û rojavayî bila bi Îranê re bêyî sepandina zext û zorê muzakira mentîqî bikin, da ku navça Kendava Farsê bo gişkan ewleh bibe.
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser bûyerên vê dawiyê li kendava Farsê got: Meselên cîhanê û navçê dikarin bi muzakire û gotûbêjê meselê çareser bikin lê bi bijartina riyekê xêncî gotûbêjê, bê guman dê hemî zirarê bikin.
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê , gotûbêjê wek rêçareya Têhranê bo çareserkirina qeyranên cîhanê da zanîn û destnîşan kir: Hevceyî bi pêkanîna hevalbendiya navneteweyî bo pêkanîna ewlehiyê li navça Kendava Farsê tine ji ber ku ev cure hevalbendî û hizûra biyaniyan li navçê bi xwe dibe sedema bêewlehtiyê.