Tîrmeh 23, 2019 10:26 Asia/Tehran
  • Serokomarê Nîkaraguayê: Boykotên Amerîkayê li dijî netewê Îranê neqanûnî ne

Serokomarê Nîkaraguayê Daniel Ortega boykotên Amerîkayê li dijî netewê Îranê neqanûnî dan zanîn.

Serokomarê Nîkaraguayê Daniel Ortega duh li hevdîtina wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li Managuayê paytexta vî welatî  nerahetiya xwe derheq rewşa nika ya cîhanê ku sebebkarê wê Amerîka ye diyar kir û got: Amerîkî bi bêş û bacxwaziyê û binpêkirina qanûnên ticareta navneteweyî ne tenê îhanetê li gelên cîhanê dikin belkî ew îhanetê li hevpeymanên xwe jî dikin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê jî got: Dewleta Amerîkayê ling daniye ser gişt qanûn û qayide û qirarên navneteweyî û li dijî netewên serbixwe yên cîhanê terorîsma aborî bikar tîne.

Zerîf herwiha bal kişand ser mijarên curbicur ên hevkariya Îran û Nîkaraguayê, ên wekî ticaret, cotkarî, pêşe, enerjî û malî û diyar kir ku du welatan viyana qahêm hene ji bo berfirekirina pêwendî û hevkariyên xwe.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê  di dewama sefera xwe ya bo welatên Amerîkaya Latîn de duh serê sibeyê gihêşte Nîkaraguayê  û piştî wê ew ê here Bolîviyayê.