Tîrmeh 23, 2019 09:44 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Têkeliyên giştalî yên Tehran-Bexdayê ber bi berfirebûnê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Gavên bi bandor li berfirekirina pêwendî û têkeliyên giştalî yên Tehran û Bexdayê her berdewam dikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh berêvarê li rûniştina bi taxima derecebilnd a Iraqî bi serokatiya serokwezîrê vî welatî Adil Ebdulhadî re li Tehranê berfirekirina pêwendî û hevkariyên Îran û Iraqê li vê demgavê û rewşa vê demê pir girîng nirxand û got: Li rewşa ku hîn ewlehî û îstiqrara pêwîst tuneye, berfirebûna  pêwendî û hevkariyên Îran û Iraqê li gişt waran bê şik dibe sedema berfirebûn û zêdebûna ewlehî û îstiqrarê li navçê.

Ruhanî desnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê qet naxwaze li navçê rageşî hebe û qet naxwae navbera wê û welatên din pirsgirêk û dijberî hebin û qet jî naxwaze despêkirê şêr ew bibe û got: Li dîrokê de Îran hertim wek parêzvanê sereke yê azadî û ewlehiya keştîvaniyê li kendava Farsê û tengava Hormizê û behra Omanê bûye û ji vê şûnda jî wiha ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku ewlehî û îstiqrara navçê ji me re pir girîng e û got: Îran û Iraq dikarin wek du welatên dost û cînar hevkariyên xwe di çarçova berfirekirina ewlehî û îstiqrara navçê de zêde bikin.

Di vê hevdîtinê de serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulhadî jî balkişand ser pêwîstiya berfirekirina pêwendî û hevkariyên Tehran-Bexdayê li warên curbicur û got: Di vê em hewl bidin bi berfirekirina pêwendî û hevkariyên du alî û cihanîna peymanên navbera du welatan berjiwendiyên netewên du welatan dabîn bikin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha bal kişand ser komployên li dijî ewlehiya navçlê û got: Iraq ti caran nabe parek ji boykotên li dijî Îranê.

Berî vê hevdîtinê wezîrê karên hundir ên du welatan cudacuda bi hev re ser peymanên navbera du welatan gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Iraqê û taximeke dercebilind a siyasî û aborî duh berêvarê sefera Îranê kir.