Wezîrê berevaniyê yê Îranê: Rawestandina niftkêşa brîtanyayî nîşana viyana bersivdayînê ya Îranê bo her gefekê ye
Wezîrê berevaniyê yê Îranê got: Berteka Îranê li hember kiryara şaş a Brîtnayayê li rawestandina gemiyê hilgirê nifta Komara Îslamî ya Îranê li tengava Cebel Tariqê, nîşana viyan û qaweta bersivdayînê ya Îranê bo her gefekê ye.
Hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî roja înê ser daxwaza Rêxistina Benderan û karûbarên gemîvaniya parêzgeha Hormizganê li başûrê Îranê neftkêşeke Brîtanyayê li tengava Hormuzê ji ber ku qanûnên navnteweyî berçav negirtibû, ragirtin.
Li gorî rapora IRNA`yê, sertîp Emîr Hatemî, wezîrê bervaniyê yê Îranê îro duşemiyê, bal kişand ser kîna dijminan li bara amadetiyên berevaniyê yên hêzên çekdar ên Îranê û diyar kir: Îran li hemî warên berevaniyê û eskerî ji wna warê mûşekî, sîstema berevaniyê û elektronîk bi pêş ketiye.
Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser têkbirina balefira bê firokevan a sîxoriyê ya Globala Hawkê ya Emerîkayê piştî destdirêjiya ser herêma Komara Îslamî ya Îranê li parêzgeha Hormizganê û got: Bersiva hişmendane ya hêzên çekdar ên welêt ser vê destdirêjiya eşkere, nîşana îqtidara Îrana Îslamî li warê berevanî û begîriyê ye.