Tîrmeh 22, 2019 18:34 Asia/Tehran
  •  Kemalwendî:

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê dubare dîzaynkirina reaktora Erakê wek ewlewiyeta Îranê da zanîn û got: "Ger kiryarên ku aliyên din ên rêketina navokî û workşopa dîzaynkirina dubare ya reaktora Erakê hêdî bi pêşde here, renge Îran here dû reaktora kevn".

 Li gorî rapora IRNA`yê, Bêhrûz Kemalwendî îro duşemiyê got: "Ger çi Inglîz pêngavên  pêkan bona dîzaynkirina  dubare ya reaktorên  Erakê hilanîne lê ji ber zext û zorên Emerîkayê ev kiryar hêdî bûne".

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê bal kişand  ser derketina  Emerîkayê ji rêketina navokî û danîna Inglîzê dewsa Emerîkayê li workşopa dîzaynkirina dubare ya reaktora Erakê û diyar kir. Dîzaynkirina  reaktora ava giran a Erakê niha ji aliyê pisporên îranî û bi hevkariya  şîrketên çînî û inglzî cih tê û Ewrûpayê nivîskî garantî kiriye ku kelûmelên pêdivî radestî Îranê bike.

 Kemalwendî bal kişand ser vê yekê ku Îran li gor kiryara inglîziyan bertekê nîşan dide û teqez kir: "Dîzaynkirina dubare ya  reaktora Erakê ji Îranê re ewlewiyet e lê ger biryar be reaktora berê vejînin, dikarîn vî karî bi guhertina boriyên reaktorê bikin".