Tîrmeh 22, 2019 18:23 Asia/Tehran
  • Berdevkê Dewleta Îranê:

Berdevkê Dewleta Komara Islamî ya Îranê derbarê rawestandina gemîya nifthilgir a ingilîsî li Tengava Hormizê (li başûra Îranê) de got: "Kiryara Îranê ya rawestandina nifthilgira ingilîsî di çarçova ewlehîya Tengava Hormizê û jîngeha navçê de bûye".

Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî roja Înî, 19`ê Tîrmehê ligorî daxwaza Sazîya Karên Gemîvanî û Benderan a Parêzgeha Hormizganê li başûra Îranê, gemîya nifthilgir a ingilîsî ya bi navê Stena Imero bi hegera bûyersazî, vemirandina GPS`ê û valakirina zibilên niftî nav deryayê li Tengava Hormizê rawestand.

Berdevkê Dewleta Komara Islamî ya Îranê, Elî Rebîyî îro di civîna çapemenîyê ya hefteyê li Têhranê de herwiha got: Gemîya niftê ya ingilîsî bi vemirandina GPS`ê û derbasbûna nav Tengava Hormizê û bêyî guhdayîna ser hişyarkirinan, ji hêla Îranê ve hat rawestandinê, karê ku Têhranê di çaçrova dabînkirina ewlehîya rêya deryayî ya Tengava Hormizê û parastina jîngehê de kir.

Berdevkê Dewleta Komara Islamî ya Îranê bi gotina wê yekê ku nabe ingilîsî çavlirê bin ku Îran di warê garantîkirina ewlehîya rêyên deryayî yên xwe da çavê xwe girêde, dîyar kir: "Ew karê Îranê ne jibo tolhildanê belkî pêngaveke qanûnî û di cî de bû".

Rebîyî derbarê seredana di dema nêzîk a Serokwezîrê Iraqê bo Têhranê û mijara navbeynkarîya di navbera Îran û Amerîkayê de jî got: "Rayedarên welatên dost ku tên Îranê, hez dikin gêreyên li navçê kêm bikin lê, eva ku welatek bixwaze bibe navbeynkarê Têhran û Waşîngtonê, tişteke wiha tineye".