Serleşkir Reşîd: "Qaweta Îranê destdirêjkiran matmayî dike"
Fermandê meqera navendî ya Xatem Ul-Enbiya (S) ya Îranê got: "Berûlaya qaweta berevaniyê û êrişkirane ya Îranê, dê destdirljkiran heyrî û matmayî bike".
Serdar serleşkir Xulamelî Reşîd, fermandê meqera navendî ya Xatem Ul-Enbiya (S) a Îranê roja Duşemiyê li hevdîtina deryadar Elî Şemxanî, sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku xercên destdirêjiya ser Îranê bo dijminan dê zêdetir ji destkewtên wê be û got: "Rawestana cidî û hişmendane ya hêzên çekdar ên Îranê li hember reftar û kiryarên bi gef, dê pêşiya qebûlkirina rîska destydirêjiya ser welatê Îranê û gelê şerîf ê Îranê bigre".
Serleşkir Reşîd destnîşan kir: "Kiryarên kavilkir ên Emerîkayê li navçê, nabe aramî û ewlehiya rojava Asiyayê bixe xeterê".
Deryadar Elî Şemxanî, sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê vê sibê bi amadebûna li meqera navendî ya Hezretê Xatem Ul-Enbiya (S) bi serdar serleşkir, Xulamelî Reşîd, fermandê vê meqerê re hevdîtin pêk anî û li civîna bi alîkarên meqerê, dawîna rewşa navçê û talûkeyên wê yên muhtemel û her wiha asta amadetiya hêzên çeldar ên Îranê hilkoland.