Berteka Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bo derewa mezin a Trump
Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî wek berteka li hemberî nûçeya derew a Serokomarê Amerîkayê ya xistina firokeya bêpîlot a Îranî got: Îranê bawer nedikir ku Trump dereweke bi vê mezintiyê bike.
Li gorî rapora IRNAyê, Serdar Emîrelî Hacîzade, Fermandarê Hêza Hewa-Feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Yekşemiyê di civîna Komîsiyona perwerdehî, lêkolîn û têknlojiyê ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Piştî îdiaya Trumpê serokomarê Amerîkayê li bara xitina firokeyeke bêpîlot a Îranî, ev nûçe bi çend saetan derengiyê hat derewzanîn û di dawiyê da em têgihîştin ku firokeya bêfirokevan a Îranê, çalakiya kom-gemiya şêrr a amerîkî beriya Tengava Hormuzê heta dema derketina ji wê şopandiye.
Serdar Hacîzade destnîşan kir: "Amerîkiyan piştî demekê Can Bolton, Rawêjkarê ewlehiya neteweyî ya Koşka Sipî berpirsa weşandina vê nûçeyê dan zanîn".
Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Pêncşemiyê îdia kir ku gemiya şêrr a amerîkî firokeyeka îranî ya bêpîlot ku nêzikî lê kiribû, xistiye xwarê.
Serdar Hacîzade her wiha di civîna Komîsiyona perwerdehî, lêkolîn û têknlojiyê ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê da raporek ji pêşketin ûdestkevtên warên cûrbicûr ên mûşekî, firokeyên bêfirokevan û bombeyên jîr ên îranî raber kir.