Tîrmeh 14, 2019 15:31 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Hemî hewildanên Amerîkayê yên dijî gelê Îranê pêrgî işkestê bûne

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Amerîkîyan di 14 mehên buhurî de boykotên herîgiran ser gelê Îranê de sepandine lê, di her warê ku têde pêşde çûn, çi civakî, çi sîyasî û çi hiqûqî, pêrgî içkestê bûn.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro li koma pirrcoş a gelê Şîrvanê li parêzgeha Xorasana Bakur, herwiha got: Amerîkayê di 14 mehên buhurî de boykotên herîgiran ser gelê Îranê de sepandine lê, gelê qareman, zîrek û berxwedêr ê Îranê di wê heyamê de bi awayekî xurt himberî wan sekinîye.

Rûhanî herwiha got: Amerîkî li welatên herêmê ji wan li Efganistan, Iraq, Sûrîye û Yemenê pêrgî işkestê bûn û heke kesek idia bike ku gelê Îranê di encama zext û zoran de sist bûye, gotineke narewa, nerast û derew kirîye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Kiryarên yekalî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê li NY, civakên curbicur û Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) pêrgî işkestê bûn û di civîna Civata Hikimdarên IAEA`yê de jî pirranîya welatên cîhanê piştgirî dan gelê Îranê.

Rûhanî herwiha got: Amerîkayê ku li Dadgeha navnetewî dozek dijî Îranê vekiribû, mehkûm bû û raya giştî ya cîhanê jî kiryarên wî welatî şermezar kirin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê tevî zextên Amerîkayê destê xwe li ber bîyanîyan û Sandiqên navnetewî yên Dirêv venekir û ser pîyê xwe sekinîye û karîye ku pişkeke deynên sala buhurî de jî bide.