Nîsan 21, 2019 18:05 Asia/Tehran
  •  Wezîrê karên derve yê Îranê êrişên terorîstî li Sri Lankayê şermezar kir

Wezîrê karên derve yê Îranê, êrişên terorîstî li Srî Lankayê şermezar kir û bi dewlet û gelê vî welatî û malbata gorriyên hevderdî kir.

 Li gorî rapora dayira giştî ya dîplomasiya medyayî ya  Wezareta karên derve, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja yekşemiyê di twîtera xwe de nivîsî: Terorîzm xetereka cîhanî û tu olekê nas nake û  divê hemî cîhan wê şermezar bikin û li hember wê bisekinin.

Li paytexta Sri Lanka bajarê Kolomboya û çend bajarên din vê sibê Yekşemê (21.04.2019) çend teqîn çêbûn û li gor zanyariyên destpêkê bi kêmanî 185 kesan canê xwe ji dest dane û 400 kesên din jî birîndar bûn.Teqînan sê dêr û sê otêl kirine armanc, li ber dêran di dema birêveçûna Cejna Qiyame de çêbûne.

Li gorî agahiyên ku heta niha bi fermî nehatine piştrastkirin, herî kêm 1185 kes hatine kuştin û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûne.

 Heya niha piraniya welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê, êrişên terorîstî yên sri lankayê şermezar kirine.