Cehangîrî: Bila waliyên rojava û başûrê Îranê amadekariyên rawestana li hember rabûna lehiyê bikin
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê li gotûbêja telefonî bi waliyên nîva rojava û başûrî ya Îranê ser amadetiya pêdivî bona rawestana li ber hitmala rabûna lehiyê teqez kir.
Îshaq Cehangîrî roja duşemiyê li gotûbêja telefonî bi waliyên Kirmaşan, Îlam, Çar Mehal û Bextiyariyê , Kogîlûyê û Boyer Ehmedê, Loristanê, Xûzistanê, Bûşihr û Farsê bal kişand ser texmînên Rêxistina Hewanasiyê derheq barîna berf baranê li parêzgehên nîva rojava û başûrê rojava Îranê û hitmala rabûna lehiyê li van navçana û ser pêwîstiya berçavgirtina tivdîrên pêdivî bona rawestana li ber qeyranê teqez kir.
Li rojên buhurî ji ber barîna berdewam a baranê li bakurê Îranê bi taybet parêzgehên Mazenderan û Gulistanê, xelkê bajar û gundên van du parêzgehana rastî pirsgirêka lehiyê hatine û gelek xisar dîtine.