Herîkêm 11 kuştî û 40 birîndar ji ber rabûna lehiyê li parêzgeha Farsa Îranê
Ji ber rabûna lehiya giran li bajarê Şîrazê li parêzgeha Farsê li başûrê ropjava Îranê herîkêm 11 kes hatin kuştin û nêzîkî 40 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora IRIB News`ê, ev lehiya îro duşemiyê li navça Derwaze Qurana Şîrazê qewimî û herîkêm 200 trimbêl tev xwe birin.
Li gorî raporan, piraniya xisardîtiyan rêwiyên newrozê bûn.
Hin navçên dine Şîrazê jî ji ber lehî û lêmiştê xisar dîtin. Beşeke zêde ji bazara Wekîla Şîrazê jî çû bin avê. Bilindahiya avê li bazara Wekîla Şîrazê gihêştiye nêzîkî 80 cmê.
Li parêzgeha Loristanê li rojava Îranê jî lehî bûye sedem ku ava çem û rûbaran ser ra derbasbibe û bo hatûçûna xelkê pirsgirêk derkeve.
Walîtiya Loristanê li bara xisarên zêde li binavahiyên hin navçên vê parêzgehê ji ber lehî û baranê agahî da.
Li parêzgeha lehîlêxistî ya Gulistanê li bakurê rojhilata Îranê jî piştî heft rojan ji rabûna lehiyê nêzîkî sedî 40 ê bilindahiya avê li bajarê lehîlêxistî yê Aqqelayê kêm bûye.
Ebdulriza Rehmaniyê Fezlî wezîrê karên hundir ê Îranê ku sefera parêzgeha Gulistanê kiriye, got: valabûna ava bajarê Aqqelayê bi alîkariya hemî hêzên alîkariyê û gel ketiye rojevê. Tê gotin ku heya du rojên tê, dê av ji bajarê Aqqelayê vala bibe.
Rêxistina Hewanasiyê ya Îranê li bara qewimîna lehiyê li herîkêm pênc parêzgehên Îranê hişyarî daye.
Vê rêxistinê her wiha raghand ku hitmala rabûna lehiyê li parêzêeghên Xûzistan li başûrê rojava, Bûşihr li başûr, Îlam li rojava, Fars li başûrê rojava, Kirmaşan, Kurdistan û Lorsatnê, Çarmehal û Bextiyarî li başûrê rojava û parêzgeha Îsfehanê li navendê heye.