Adar 24, 2019 16:36 Asia/Tehran
  •  Serleşkir Baqirî: Hêzên çekdar piştgiriya tam didin xisardîtiyên lehiya bakurê Îranê

Serdar serleşkir pasdar Muhemed Baqirî serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê şemiyê şevê ferman da hêzên çekdar ên Îranê ku tam piştgiriya xisardîtiyên lehiya li bakurê Îranê bikin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, li gor fermana fermandê giranqedr ê gişt hêzan bo serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ji ber pêwîstiya şandina îmkanên zêdetir bo navçên lehîlêxistî yên li parêzgehên Gulistan û Mazendranê li bakurê Îranê, serleşkir Muhemed Baqirî li daxûyaniyekê ferman da fermandeyên sipahê pasdaran,artêş, hêzên ewlehî û Wezareta berevaniya  Îranê  ku bila xêncî alîkariyên însanî, locêstîkî û tendrustiyê ku heya niha  kirine li kiryareke hûr û kûr û hevdeng û cîhadî, piştgiriyên tam û tekûz û rêk bû pêk ji xisadîtiyan heya dema pêkhatina aramiyê li navçê bidomînin.

Serleşkir Baqirî li vê çarçovê,emîr serleşkir Etaullah Salihî, cîgirê serokê erknatiya giştî ya hêzên çekdar bi taximek ji fermandên pilebilind bona  fermandetiya meydanê û pêkanîna  hevahengiyên pêwîst navbera hêzên leşkirî û welêt bo navçên  lehîlêxistî  şandin bakurê Îranê.

Hezretê ayteullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî berêvara şemiyê piştî bûyera lehiya kavilkir li parzêgehên  Gulistan û Mazenderanê û hevcetiya  zêde ya lehîlêxistiyan bo alîkariyên  hêzên çekdar, ferman da serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ku îmkanên zêdetir bo alîkariyê bên şandin bo van navçana.

  Li rojên derbasbûyî ji ber barîna  berdewam a baranê li bakurê Îranê bi taybet li parêzgehên Mazenderan û Gulistanê xelkê bajêr û gundên van du parêzgehan rastî pirgirêka lehî û lêmiştê hatine û gelek xisar dîtine.

 A niha berpirsên  welêt, berpirsên leşkirî û rayedarên  curbicure eskerî yên Îranê bo hilkolandina rewşê û darêştina plan û bernaman li navçên  lehîlêxistî  hazir bûne.

 Niştecihkirina awarte ya xelkê lehîlêxistî ji destpêka sietên qewimîna lehiyê destpê bûye û gîhandina alîkariyê bi îmkanên dewletê, Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî, artêşê û besîcê bo xelkê lehîlêxistî tim didome.

 Hêzên xwebexş jî hatine şandin bo bakurê Îranê.