Adar 23, 2019 19:13 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilaba Îslamî: Me gişkan wezîfa xwe heye ku alîkariya xelkê ketî ber lehiyê bikin

Piştî rabûna lehiya xopan li parêzgehên Gulistan û Mazinderanê rêberê mezin ê ÎnqilabaÎslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyî li peyamekê de heyf û mixabiniya xwe ji ber xisarên li xelkê ketî diyar kirû ji xelkê û dezgehên gelêrî xwest ku bi gişt amûrên li destê xwe alîkariya xelkê ziyandîtî bikin.

Naveroka Peyamê rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi vî awayî ye: Bi navê Xwedê teala, Bûyera rabûna lehiyê li parêzgehên Gulistan û Mazinderanê xisarên giran gihandiye mal û zevî û zioraetên xelkê û bajar û gundên parêzgehên hanê bi taybet gihandiye bajarê Aqqelayê, eva bûye sedema xemgînî û nerahetiya kûr amin. Alîkariyên gelanî û ketina dezgehên gelêrî nav meydana alîkariyê û cibirandina xisaran wezîfeyeke girîng eku dikare parek ji derdên xelkê ezîz kêm bike.

Xelkê hêja yê Xûziatanê jî hîn ji ber lehiya dawiyê bi pirsgirêkên zav rûbirû ne û wezîfa me gişkan e ku alîkariya xelkê ziyandîtî ji ber lehiyê li gişt parêzgehan bikin. Xwedê teala sebr û hedarê bide xelkê ezîze me bi taybet bide wan kesana ku ketine ber vê azmûna dijwar. Ji Xwedê teala alîkariyê bo van kesana dixwazim.

Seyd Elî Xamineyî 3 Ferverdîna 1398 KT.