Adar 23, 2019 16:48 Asia/Tehran
  • Îranê xwe şirîkê xema dewlet û gelê Çînê zanî

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê ji ber kuştin û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên çînî li bûyera agirgirtina fabrîkeyeke kîmyawî, peyama sersaxiyê da.

 Li gorî rapora roja şemiyê ya Wezareta karên derve, Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê piştî kuştin û birîndarbûna bi sedan kes ji xelkê Çînê ji ber teqîn û agirgirtina li fabrîkekeke kîmyawî xwe şirîkê xema malbatên  gorriyên vê bûyerê, gel û dewleta vî welatî da zanîn.

 Teqîna roja pêncşemiyê li saziya pêşeyî ya Çen Ciyagangê ya bajarê Yan Çengê ya parêzgeha  Ciyangsoyê ya Çînê qewimî û li gor raghandina medya xwecihî, herîkêm 62 kes hatin kuştin û 600 û çil kes jî birîndar bûn.

 Polîsê Çînê raghand ku hîn hegera teqînê diyar nîne û li halê hilkolandinê ye lê ev fabrîkeya zêde ji 30 berhemên kîmyawî berhem tîne ku hin ji wan zûka agir digrin.