Adar 23, 2019 16:04 Asia/Tehran
  • Pejirandina pêşniyara Îranê li komîsyona cih û şûna jinan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî

63 `mîn komîsyona cih û şûna jinan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li belgeya xwe ya dawiyê ser pêşniyara Komara Îslamî ya Îranê,daxwaza girtina pêşiya her cure kiryara yekalî ya aborî û ticarî li dijî mafên navneteweyî û manêfesta Rêxistina Neteweyên Yeklbûyî yên welatên li halê pêşketinê kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, girtina pêşiya her cure kiryara yekalî ya aborî û ticarî li dijî mafên navneteweyî û maînfesta Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li dijî welatên  li halê pêşketinê rastî dijberiya cidî ya Emerîka û Yekitiya Ewrûpayê hat lê welatên Kûba, Çîn, Pakistan, Nîkaragoê û koma Efrîqayê piştgirî dan wê û serê axir hat pejirandin.

  Civîna  komîsyona cih û şûna jinan a Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî ji 11 heya 22 Adara 2019`an ser navê sîgorta civakî, xizmetên  giştî û binavahiyên  mayînde li meqera Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Niyoyorkê hat lidarxistin.

 Xebitandina sermayê li piştgiriya civakî, xizmetên  giştî û binavahiyên mayînde bona piştgiriya ji behrewergirtina ji karê jinan ji wan li aboriya ne fermî û piştrsatbûna  ji vê yekê ku xebitandina sermayê bi kêmbûna bûdcê û zexta aborî lawaz nabe, berpirsiyraiyên  çendalî yên wekheviya zayendî, bidestxistina xizmetên  civakî yên jinan û keçan li hemî temenan ji wan xizmetên tendrustiyê û mafên teqawutbûnê ji van babetên  li belga dawiyê ya  civîna komîsyona pila jinan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hatiye raghandin.  Di vê blgeyê de her wiha ser xurtkirina beşdarî û rêberiya jinan û rêxistinên  jinan li gotûbêjên siyasî û biryardayîna têkildarî sîstemên  piştgiriya civakî, xizmetên giştî  û binavahiyên mayînde hatiye teqezkirin.

 Komîsyona cih û şûna jinan her wiha cizakirin û kêmasiya  bersivdayînê ku bingeha wê li newekheviyên dîrokî  û bingehîn de ye û dibe sedema şîdeta giştalî li dijî jiana, bi tundî şermezar kiriye.

.