Adar 23, 2019 14:22 Asia/Tehran
  • Barana tund û rabûna lehiyê li bakur û bakura rojhilata Îranê çend qurbaniyên xwe hebû

Barana tund û rabûna lehiyê li parêzgehên bakur û bakura rojhilata Îranê yên wekî Mazinderan, Gulistan û Xorasana bakur bûn sedema qurbanîbûna çend kesan û xisarên giran.

Rayedarên xwecî yên parêzgeha Mazinderanê barîna baranê û zêdebûna avên çemên vê parêzgehê li van rojên dawiyê bê mînak dan zanîn û got: Avên çemên Mazinderanê li rojên dawiyê 10 caran zêdetir ji rewşa normal bû û ji ber vê yekê xisarên giran gihêştin deverên derdora çeman..

Rayedarên xwecî dibêjin, ew şepola barîna baranê ku bû sedema rabûna lehiyê û rabûna rûbar û bendavan li parêzgehên Gulistan, Mazenderan û Xorasan a bakûr, heta naha bûye sedema mirina 9 kesan û kesek jî winda ye.

Herwaha naha baran û lehî li bajarên parêzgeha Gulistan a bakurê Îranê berdewam e û qaymeqamê bajarê Aqqelayê li nêzîkiya sînorê Tirkmenistanê, Emangildî Zemîr duh got: Tevî hewldanên kedkarên beşa hawrgihêştinê û alîkariyên wan sedî 70ê vî bajarî ketiye bin lehiyê de û rewş awarte ye.

Wî herwiha got ku bi helîkopterê tiştên pêwîst ji bo xelkê gundên ketine ber lehiyê tên şandin.

Li bajarên Mane û Similqan ên ser bi parêzgeha Xorasan a bakûr 2 kes ji ber lehiyê mirine û malpera İRNA ragehand du zarok jî li bajarên Kelale û Mînodeşt ên parêzgeha Gulistanê ji ber lehiyê ketin bin kelefeyên malê û can dan.

Di vê çarçovê de serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî destûr daye ku îmkanat û tiştên pêwîst ji bo çareseriya pirsgirêkên deverên lehîgirtî û xelkê wan deran li parêzgeha Gulistanê bi lez dabîn bibin.