Adar 22, 2019 19:11 Asia/Tehran
  • Îranê biryarnama Konseya Mafên Mirovan a NY dijî Îranê siyasî û bêfeyde daye zanîn

Bayloz û nûnerê hertimî yê Îranê li meqera ewrûpî ya NY li berteka derheq biryarnama dijî Îranê ku ji aliyê Swêdê hatiye raberkirin, bêfeyde û siyasî daye zanîn û ji Swêdê xwest kutahiyê bide van cure siyasetên nebaş û bi zirar dijî gelê Îranê.

îro sibê Konseya Mafên Mirovan a Rêxistiya Netewên Yekgirtî (NY) biryarnameyek bi mêhwera dirêjbûna wezîfedariya raporterê mafê mirovan li Komara Îslamî ya Îranê pejirand.

Îsmayîl Beqayî bayloz û nûnerê hertimî yê Îranê ku meqera ewrûpî ya NY li berteka vê biryarnama dijî Têhranê bilî siyasî û bêfeyde zanîna vê biryarnamê destnîşan kir; Dewletên ku dîrokekî dirêj li binpêkirina heq û mafê mirovan hene ji wan welatên ku bi şandina çek û sîlahan ji bo welatên rojavaya Asiyayê û piştevaniya ji terorîstan û kesên fanatîk, navçe aloz kirine piştevanê sereke yên vê biryarnamê ne.

Li çend salên vê dawiyê ji aliyê welatên wekî Swêd, Brîtanya û çend welatên din biryarnama dirêjbûna wezîfedariya raportêrê taybet ê heq û mafê mirovan li Îranê hatiye pejirandin.

Beqayî bal kişande ser viya ku dirêjbûna memûriyeta raportêrê taybet bo Îranê tenê dibe sebeb ku hinek ji tawanên pûç dijî Îranê bêne hilêxistin destnîşan kir; Ciyê mixabniyê ye ku pare û wexta Konseya Heq û mafê mirovan bo van cure îdiayên pûç dijî welatekî endamek RN tê terxan dan .

Beqayî bal kişande ser rêketina Îranê tev nivîsgeha Komîsariya bilind a Heq û mafê mirovan û navendên dine navnetewî yên berevanê heq û mafê mirovan û destnîşan kir: Îdiayên heq û mafê mirovî yê kesên ku ev biryarnameya dijî Îranê pejirandine pûçin û ji nezera exlaqî jî tu hêtibarek xwe tuneye ji ber ku van welatên ku ev biryarnama pejirandine li hemberî cinayetên ku hevalbendên wan li rojavaya Asiyayê dikin bê dengin û herwisa li hemberî boykotên dijî mirovî û neqanûnî yên Amerîka dijî gelê Îranê jî dengê wan dernakeve.