Adar 22, 2019 18:57 Asia/Tehran
  • Zerîf li Civîna Stanbolê: Divê terorîzm û fanatîsm kokbir bibin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li civîna awarte ya wezîrên derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) li bara êrişa terorîstî ya îna bihurî li Zelanda Nû ragihand ku pêwîst e cîhana Îslamê li hemberî siyaseta tirsandina ji Îslamê bisekine û terorîmê kokbir bike.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf ku ji bo beşdariya li civîna awarte ya wezîrên derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî  çûye Stenbola Tirkiyê, îro înê li ser êrişa terorîstî ya îna bihurî ser du mizgeftên misilmanan li bajarê  Krîstçuça Zelanda Nû ragihand ku pêwîst e welatên Îslamî li hemberî siyaseta tirsandina gelên cîhanê ji Îslamê rawestin.

Zerîf destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê kiryara terorîstî ya dijî misilmanan li Zelanda nûyê bi tundî şermezar dike û tev malbatên qurbaniyan hevderdiyê dike û pêwîst e hemû bizanibin ku pilana vê êrişê hema bi hedef û xerez dijî misilmanan organîze bûye.

Zerîf desnîşan kir ku bûyera Zelanda Nû parek ji pêvajoya dijayetî û neyariya li hemberî misilmanan û Îslamê  ye û li gor daxwaza Komara Îslamî ya Îranê wezareta derve ya Tirkiyê li pêngaveke guncaw û bi lez bû mazûvana civîna awarte ya wezîrên derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî ji bo hilkolandina vê bûyera terorîstî ya li Zelanda nû.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got ku wezîrên derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî di vê civînê de wê cinayeta hanê şermezar bikin û ji bo girtina pêşiya bûyerên wiha wê biryara pêwîst bidin.

Civîna awarte ya wezîrên derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) ya derheq êrişa terorîstî li dij Îslamê li Zelanda nû sibê înê li Stenbola Tirkiyê wê birêve here.