Adar 21, 2019 19:49 Asia/Tehran
  • Zerîf: Azadiya bawer û gotinê bûye hencetek ji bo îhaneta li cîhana Îslamê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Ew ên ku ji azadiyê diaxivin, azdiya bawer û axivtinîê ya misilmanan serkut dikin, an jî bi navê azadiya axivtinê dihêlin ku her îhanetekê li misilmanan bikin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf ku ji bo beşdariya li civîna awarte ya wezîrên derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) çûye Stenbola Tirkiyê, li hevpeyvîna  bi nûçegihanê IRIB Newsê re, êrişa terorîstî li Zelanda Nû liv û tevgereke bi taluke û li dijî Îslamê di bin rêveberiya welatên rojavayê da zanîn û got: Hin rêxistin û rayedarên welatên rojavayî bi xwebêdengkirinê an jî bi piştgiriya ji vê liv û tevgera bi taluke, bûn şerîkê vê cinayetê.

Zerîf desnîşan kir ku bûyera Zelanda Nû parek ji pêvajoya dijayetî û neyariya li hemberî misilmanan û Îslamê  ye û li gor daxwaza Komara Îslamî ya Îranê wezareta derve ya Tirkiyê li pêngaveke guncaw û bi lez bû mazûvana civîna awarte ya wezîrên derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî ji bo hilkolandina vê bûyera terorîstî ya li Zelanda nû.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got ku wezîrên derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî di vê civînê de wê cinayeta hanê şermezar bikin û ji bo girtina pêşiya bûyerên wiha wê biryara pêwîst bidin.

Civîna awarte ya wezîrên derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî (RHÎ) ya derheq êrişa terorîstî li dij Îslamê li Zelanda nû sibê înê li Stenbola Tirkiyê wê birêve here.