Adar 20, 2019 11:45 Asia/Tehran
  • Rayedarên amerîkî dîsa îdiayên xwe li dijî bernama mûşekî ya Îranê dubere dikin

Alîkara wezîrê derve yê Amerîkayê cardin îdiayên pûç û derew ên vî welatî li dijî bernama parastin û berevaniyê ya mûşekiya Îranê dubare kir û got ku ecv bernama Îranê dibe sedema alozî û bêîstiqrariyêli navça Rojhilata Navîn.

 Li gor Reutersê, Alîkara wezîrê derve yê Amerîkayê Yleem Poblete duh li "Konferansa Jiçekkirinê" ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cenevê de gef li Îranê xwar ku wê Amerîka li ber berfirekirina bernama Mûşekên Balestîk a Îranê û wekî ew dibêje li ber şandina neqanûnî ya van çekan bo deverên din ên Rojhilata Navîn bisekine.

Yleem Poblete di dewama îdiaya xwe de got: Îran divê çek û sîlahan nede wan grûpên ku Amerîka wan wek terorîst bi nav dike.

Amerîkayê heya niha ti belgeyek ji bo van dew û dozên xwe raber nekiriye.

Komara Îslamî ya Îranê ev dew û dozên rayedarên amerîkî bi caran red kiriye û diyar kiriye ku her wek welatên din mafê xwe heye bi bihêzkirin û îstemkirina karîna xwe ya parastinê, wê bernama xwe ya mûşekî bi qawet pêş bêxe û li vî warî de ji ti welatekî din îzn û destûrê nastîne. 

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî despêka vê mehê (Adarê) desnîşan kiribû ku Tehran di çarçova bihêz û biqawetkirina  xwe li warê mûşekî de ji ti welatekê destûrê nastîne.