Pîrozbahiya salvegera weladeta Îmam Elî(S)
Li şeva mîlada bimbareke Hezretê Îmam Elî(S) îmamê ewile şîeyên cîhanê, seranserî Îrana islamî tijî şahî ye.
Sibe çarşemê 13 Receba sala 1440 a H.Q beranberî 20 Adara sala 2019 salroja weladeta Îmam Elî (S) e.
Hezretê Îmam Elî (S) li 13 Recebê û li mala bimbareke xwedêteala hate dunê û hema ji zaroktiya xwe li ber destê Hezretê Muhemed (S) perwerde bû.
Hezretê Elî (S) ewil kes bû ku bawerî i dînê pîroze islamê anî û li riya teblîqa dînê islamê hertim li kêlega pêxemberê islamê bû û hertim alîkarê wî hezretî bû.
Li rojhejmêra Komara islamî ya Îranê salroja weladeta Îmam Elî (S) roja bavan hatiye binavkirin û gelê Îranê vê rojê li bavan pîroz dikin.
Televîzyona Sehr a Kurdî jî salroja weladeta Îmam Elî (S) pîrozbahiyê dibêje hemû misilman û azadîxwazên cîhanê.