Adar 19, 2019 18:29 Asia/Tehran
  • Pêgiriya ser leşker Baqirî li ser dewama şerê dijî têrorîsmê

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Serokerkanên giştî yên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îran, Iraq û Sûriyê li ser pêwîstiya hevahengiya zêdetir li warê şerê dijî têrorîsmê pêgirî kirin.

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Serdar serleşkerê pasdarê Mihemed Baqirî ku niha li Sûriyê ye, îro anku Sêşemiyê li hevpeyivîna digel Al Alamê her wiha got: Li civîna sêalî ya di navebra Îran, Iraq û Sûriyê li Şamê li ser pêwîstiya hevahengiya navbera sê welatan jibo şerê dijî têrorîstan bi mebesta pêkanîna ewlehiyê li sînorên hevpar hevhatin pêk hat.

Serleşker Baqirî roja Yekşemiyê di serê desteyeka bilind a leşkerî jibo beşdariya li civîna sêalî ya serokên erkantiyên giştî yên hêzên çekdar ên îran, Iraq û Sûriyê gihîşte Şamê.

Civîna sêalî ya serokerkanên giştî yên hêzên çekdar ên sê welatên îran, Sûriye û Iraqê bi awayê rêkûpêk bi mebesta hilkolandina rêkarên şerê dijî têrorîstan tê lidarxistin. Xurtkirina hevkariyên berevaniyê û leşkeriyê, rawêjakrî û hevfikirîna derbarê şerê dijî têrorîsmê û pêkanîna hevahengiyê navbera sê welatên Îran, Sûriye û Iraqê jibo dewama şerrê dijî komên têrorîst ji armancên sefera serleşker Baqirî bo Sûriyê ye.

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê her wiha roja Sêşemiyê bi çûyîna nav navçeyên operasiyonê yên Sûriyê li Dêrazor, Meyadîn û Bûkemalê bi şervanên sûrî û misteşarên îranî ra gotûbêj kir.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.