Keştiyeke ticarî ya Îranê li bendergeha Şehîd Recayî niqom bû
Adar 19, 2019 16:08 Asia/Tehran
Keştiyeke ticarî ya îranî li eskileyeke berndergeha Şehîd Recayî ya Bender Ebasê li başûrê Îranê niqom bû.
Li gorî rapora IRIB Newsê, beşa pêwendiyên giştî ya Wezareta Rê û Çêkirina bajaran a Îranê roja Sêşemiyê bi daxûyaniyek ragihand ku ev keştî bi 138 kantînerên bar li halekî ku dawîn kantînera xwe vala dikir, ji rewşa xwe ya normal derket û niqom bû.
Ev daxûyanî her wiha radigihîne: Li vê bûyerê xizmetkarekî keştiya ticarî ya îranî birîndar bû û xizmetkarên din saxlem in.