Adar 19, 2019 09:39 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Îran û Ewropayê li ser girîngiya cihanîna agirbesê li Hudeydeya Yemenê

Yekîtiya Ewropayê Duşemiy bi şev bi daxûyaniyekê ragihand: Nûnerên Îranê û welatên ewropî li civîna Brûkselê li ser girîngiya cihanîna agirbesê li Hudeydeya rojavaya Yemenê pêgirî kirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Dora pêncan a gotûbêjên Îranê û Yekîtiya Ewropayê û çar welatên Almanya, Fransa, Brîtanya û Îtalyayê derbarê qeyrana Yemenê roja Duşemiyê li Brûksela paytexta Beljîkayê hat lidarxistin.

Yekîtiya Ewropayê ragihand ku serokatiya vê civînê li ser milê Hêlga Şmît, alîkara berpirsa Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê bûye.

Li vê civînê, Hêlga Şmît, Cabirî Ensarî û rêvebirên giştî yên siyasî û ewlehiyê yên wezaretxaneyên karên derve yên Almanya, Fransa, Brîtanya û Îtalyayê beşdar bûne.

Li gorî daxûyaniya Yekîtiya Ewropayê, ev civîn li ser rewşa siyasî û mirovî li Yemenê bpû û hemî aliyan li ser piştevaniya xwe ya bihêz ji pêvajoya siyasî ya bin çavdêriya NY pêgirî kirine.

Aliyê gotûbêjê her wiha li ser girîngiya lihevkirina Stokholmê û cihanîna wê ya tam pêgirî kirine.

Komara Îslamî ya Îranê wek yek ji welatên bibandor ên navçeyê hertim li dû çareserkirina qeyranên Rojhilata Navînê ji wan qeyrana Yemenê ji rêya siyasî va bûye.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.