Adar 19, 2019 09:01 Asia/Tehran
  • Destê Îranê li operasiyona Tirkiyê li dijî PKKê tunebûye

Rayedarekî agah li Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku hêzên çekdar ên Îranê tevlî operasiyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî PKKê nebûne.

Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê, Silêman Soylû îdia kiriye ku Îran û Tirkiyê operasiyoneke hevpar lui sînorên rojhilatî yên vî welatî li dijî PKKê dest pê kirine.

Rayedarê agah li Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li hevpeyivîna digel IRNAyê got: "Artêşa Tirkiyê sibeha îro (Duşemî) operasiyonek li dijî baregehên Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) dest pê kiriye, lê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi ti awayî tevlî vê operasiyonê nebûne".

Vî rayedarê agah her wiha got: "Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi tundî li hemberî her komekê ku dil hebe bêewlehiyê li nav axa welêt pêk bîne, radiweste".