Adar 18, 2019 18:29 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Têkoşîna dijî têrorîstan yê heta têkbirina tam a wan were domandinê

Serokê Erkantîya Gişt Hêzên Çekdar a Îranê pêgirî kir ku têkoşîna dijî têrorîstan li navçê yê heta têkbirina tam a wan were domandinê.

Serokê Erkantîya Gişt Hêzên Çekdar a Îranê General Mihemed Baqirî di dawîya civîna sêalî ya Îran, Sûrîye û Iraqê li Şamê di civîneke çapemenîyê de herwiha ragihand: Rêya ku Komara Islamî ya Îranê, Sûrîye û Iraqê di têkoşîna dijî têrorîsmê de bi hev re dane ber xwe, yê were domandin.

General Baqirî pêgirî kir ku roja îro komên bi destê zorbêjên cîhanê perwerdebûyî jibo alozkirna rewşa herêmê û zilim, zorbêjî û dagirkerîya Israyîlê ketine dewrê û bê guman dijmin hez dikin ku serwerîya gelanî ya Iraqê û Komara Islamî ya Îranê şiklekî din jibo hevdengîya tev sîyonîstan hebe.

Serokê Erkantîya Gişt Hêzên Çekdar a Îranê herwiha bibîr xist ku armanca vê qonaxê misogerkirina serwerîya netewî û yekperçetîya axa Sûrîyê û derxistina wan hêzan e ku bêyî destûra dewleta Sûrîyê li v îwelatî bicih bûne.

Serokê Erkantîya Gişt Hêzên Çekdar a Îranê duh jibo pişkdarîya di civîna sêalî ya Îran, Sûrîye û Iraqê ya bi mijara ``têkoşîna dijî têrorîsmê`` gihşît Şamê.

Civîna sêalî ya Serokerkanên Îran, Iraq û Sûrîyê bi awayekî rêkûpêk bi merema hilkolandina rêyên têkoşîna dijî têrorîsmê tê lidarxistinê.

Jordabirina asta hevkarîyên berevanî û leşkerî, rawêjkarîya derbarê têkoşîna dijî têrorîsmê de û pêkanîna hevdengîyê û jihevfêrbûna Îran, Iraq û Sûrîyê di warê domandina sekinîna li hemberî komên têrorîst de ji wan armancên seredana General Baqirî bo Sûrîyê ne.