Adar 18, 2019 17:54 Asia/Tehran
  • Baylozê Rûsiyayê li Têhranê: Îran qurbaniyê terorîzmê ye

Baylozê Rûsiyayê li Têhranê got: terseyî îdiaya hindek ji welatan ku dibêjin Îran piştevanê terorîstan e, Komara islamî ya Îranê bi xwe qurbaniyê terorîzmê ye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Lovan Cagariyan Baylozê Rûsiyayê li Têhranê li press konferansa xwe ya îro duşemê bal kişande ser hevkariyên di navbera Miskova û Têhranê li şerê dijî terorîzmê û got:: Rûsiya ji hevkariya tev Îranê li babeta şerê dijî terorîzmê razî ye.

Cagariya bal kişande ser hevkariyên berfireh yên Îranê û Rûsiyayê li babetên curbicur û ragihand: Hindek pirsgirêk li ser riya berfirehbûna hevkariyên di navbera du welatan hene ku bi teybîra karbidestên Îran û Rûsiyayê ev pirsgirêkên hanê jî dê çareser bin.

Wî bal kişande ser rêketina sê alî di navbera sê welatên Îran, Rûsiya û Komara Azerbaycanê li babeta Enirjî û eliktirîkê û birêketina Korîdora eliktirîkê û ragihand: Gotûbêjên baş û berfireh bona berfirehtirbûna van hevkariyan hatine kirin.