Adar 18, 2019 17:54 Asia/Tehran
  • Wezîrê Abûra Îranê gihêşte Pikenê

Wezîrê Abûra Îranê hevrê digel taximekê bona pişkdariya li civîna komîsiyona hevpare hevkariya abûrî ya Îran û Çînê çûye Pikenê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Wezîrê Abûra Îranê Ferhad Dijpesend hevrê digel taximekê bona pişkdariya li civîna komîsiyona hevpare hevkariya abûrî ya Îran û Çînê çûye Pikenê.

Dewra 17-an a Komîsiyona hevpare abûrî ya di navbera Îran û Çînê ji îro duşemê destpê dibe û hetanî sibe didome.

Li vê komîsiyonê li ser riyên berfirehkirina hevkariyên du alî li babeta sermayedanîn, tacaret, karûbarên abûrî û bankî, teranzît û meselên sînorî, peywendiyên navbera du welatan, enirjî, hawêrdor, cotkarî, ewlehiya xwarekê, saxlemî, zanistî, perwerdehî, çand û torîst tê axivtin.

Li kutahiya civîna komîsiyona hevpar di navbera Îran û Çînê çend senedên hevkariyê jî dê bêne îmzakirin.

Li vê seferê wezîrê abûra Îranê dê tev wezîrê abûra Çînê û tacirên vî welatî jî gotûbêjê bike.