Sibat 20, 2019 15:41 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Kiryara Amerîkayê ya zordayîna ser bank û şirketan jibo hevkarînekirina digel Îranê, têrorîstî ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê kiryara Amerîkayê ya tirsandina bank û şirketan û sepandina zextê ser wan jibo ku bi Îranê re hevkarîyê nekin, têrorîstî bi nav kir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di civîna desteya wezîran de amajeyî işkestên bidûhev ên Amerîkayê li hemberî Îranê kir û got: Dema ku Amerîka berovajî qirarên navnetewî gefa cirîmê li bank û şirketan di rewşa hevkarîya digel welatekî li şirketan dike, karekî têrorîstî yê aborî dike.

Rûhanî herwiha got: Îranî yê bi yekitî û hevdilîyê li hemberî kiryarên têrorîstî yên aborî yên Amerîkayê ser bikevin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir ku Têhran bi dû hevkarîya digel welatên dost e û got: Îran ji bo hevkarî û danuistandina digel cîhanê amade yelê, welatên ku bi Îranê re hevkarîyê dikin, nabe zêdexwaz bin.

Rûhanî pêgirî kir ku gelê Îranê tu wexta naçe bin barê zorbêjan, got: Ewrûpî divê wisan ku soz dabûn, divê wan cih bînin ji ber ku ev karê wan ser xêra navçê û cîhanê ye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha bal kişand ser hevgavîya civîna Werşoyê û civîna Soçîyê û got: Roja ku civîna rezîl û serneketî ya Werşoyê hat lidarxistinê, civîna Soçîyê bi pişkdarîya Serokên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê bi awayekî rêkûpêk û tam serkevtî hat lidarxistinê.

Rûhanî herwiha got: Serokên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê li civîna Soçîyê pêgirî kirin ku amerîkî berovajî qanûnên navnetewî li Sûrîyê bicih bûne û ser xêra têrorîstan kar dikin.