Sibat 20, 2019 11:37 Asia/Tehran
  • Serdar Hacîzade: Idiaya têketina amerîkîyan nav sîstema mûşekî ya Îranê derew e

Fermandeyê Hêza Fezayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Idiaya têketina amerîkîyan nav sîstema mûşekî ya Îranê dereweke mezin e.

Fermandeyê Hêza Fezayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê Serdar Hacîzade li Hemedanê li rojavaya welêt amajeyî gotinên rayedarên derbarê xirabkarîya di sîstema leşkerî ya Îranê da herwiha got: Carekê Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst hewil dan bi xirabkirina hin alavên sîstema leşkerî ya Îranê derbê li welêt bidin ku Komara Islamî ya Îranê bi hişyarîyê ew gef veguherte derfetê.

Serdar Hacîzade herwiha got ku Îranê karî balafirên sîxorîyê yên Amerîkayê bi dest bixe û lêzanînên sereke derbarê DAIŞ`ê û imkanên wan bi dest bixe, dîyar kir: Navenda Kontrolê ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî karî firrîna balafirên DAIŞ`ê û çalakîyên wan li esmanê Iraq û Sûrîyê bişopîne û kontrol bike.

Fermandeyê Hêza Fezayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê pêgirî kir ku Îran bi saya zanist û têknolojîyê bêmînet bûye û got: Roja îro Îrana islamî di warê sazkirina alavên balafir û maşînan de gellekî li pêş ketîye.