Sibat 20, 2019 10:36 Asia/Tehran
  • Cehangîrî: Welatên li civîna Werşoyê bi dû tirsandina welatên din ji Îranê bûn rezîl bûn

Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku Amerîka û Rêjîma Sîyonîst û Rêjîma Seûî li civîna Werşoyê bi dû pêşdebirina plana ``tirsandina welatan ji Îranê`` bûn, xwe di wê civînê da rezîl bûn.

Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Islamî ya Îranê Ishaq Cehangîrî jordabirina asta serxwebûn û iqtidara netewî ya Îranê di meseleyên cîhanî û navçeyî da yek ji babetên sereke yên Komara Islamî ya Îranê ye, dîyar kir: Armancên Israyîl, Amerîka û rêjîma Seûdî li civîna Werşoyê serêxwe negirtin.

Cehangîrî amajeyî destpêkirina hin şerên li herêmê yên wekî Iraq û Efganistanê bi destê Amerîkayê û bi dû wan damezirandina komên têrorîst jî kir û got ku li wan gişk babetana Îran serketî bûye.

Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser hevgavîya civîna Werşoyê û destpêbûna dehika pêncan a emrê Inqilaba Islamî ya Îranê û got: Dijmin bi birêxistina bereya dijî Îranê bi dû wê ne ku iqtidara Komara Islamî ya Îranê li herêmê pêrgî berbendan bikin lê ew ê qet nekaribin.