Sibat 19, 2019 20:57 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Îran amade ye peywendîyên digel Çînê berfire bike

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê di hevdîtina digel Serokê Parlimana Çînê de tevî pêgirîya ser peywendîyên dostane di navbera her du welatan de got: Em amade ne peywendîyên digel Çînê di warên curbicur da berfire û xurt bikin.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Elî Larîcanî qedrê Serokê Parlimana Çînê ji ber mazûvanîya hêja girt û got: Peywendîyên her du welat û gelên Îran û Çînê hertim ser bingeha dostîyê bûne.

Larîcanî ragihand ku armanca seredana wî ya Çînê berfirekirina hevkarîyên her du welatan e û Îran amade ye peywendîyên digel Çînê di warên curbicur da berfire û xurt bike.

Serokê Parlimana Çînê Lî Jan Şo jî pêgirî li ser peywendîyên mêjûyî yên her du welatan kir û got: Di dîroka duhezarsalî ya ya peywendîyên her du welatan da tu wexta gêre û nakokî derneketîye.

Serokê Parlimana Çînê herwiha got: Seredana Serokomarê Çînê bo Îranê xala werçerxanê li peywendîyên her du welatan bû ku rêkeitnamên istiratêjîk ên ku di wê seredanê da hatin wajokirinê vîna her du welatan ji bo hevkarîyên demdirêj nîşan didin.

Lî Jan Şo seredana Larîcanî hilgirê peyameke zelal têkildarî hevkarîya demdirêj di navbera her du welatan da zanî.

Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Elî Larîcanî li gorî gazîkirina hevtûşê xwe yê çînî Lî Jan Şo çûye wî welatî.