Serdar Selamî: Erebistan "Dilê Şerûtiyê" li navçe û cîhanê ye
Dewsgirê Fermandarê Gişt ê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê l hemberê sêgûşeya bêyom a Amerîka, Rêjîma Siyonîst û Rêjîmên paşverû yên ereb li navçeyê rawestiyane, got: Roja îro Erebistan Dil û navenda şerûtiyê li navçe û cîhanê ye.
Dewsgirê Fermandarê Gişt ê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Serdar sertîp Hisên Selamî îro anku Sêşemiyê li rêûrisma rêzgirtina li şehîdên êrîşa têrorîstî ya Sîstan û Belûçistanê (başûrê rojhilata Îranê) li Têhranê got: Ev êrîş nîşana dyarbûna stratijî û taktîkeka bixeter a cîhanî ye.
Serdar Selamî got: Roja îro giranîgeha hêz û qawetê ji cîhana Istikbarê bo Cîhana Îslamê va tê veguhestin û cîhan amadeyî rûdaneka mezin li ser xêra Îslamê ye.
Dewsgirê Fermandarê Gişt ê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî b gotin vêya ku îro rojê Îslam li halê pêşketinê ye, got: Cîhana Istikbar û zorbêjiyê lawaztir bûye.
Roja 13ê Sibatê otobûseka hilgirê sînorvanên Îranê di rêya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilata Îranê kete ber êrîşa têrorîstî ku di vê êrîşê da 27 kes ji sînorparêzên Îranê şehîd bûn û 13 kes jî birîndar.
Koma têrorîst a nasyar bi "Ceyş El Zulmê" berpirsiyariya vê rîşê girte ustiyê xwe.