Sibat 19, 2019 15:34 Asia/Tehran
  • Zerîf: Têkilliya herî girîng a stratijîk a Îranê li cîhanê bi Çînê ra ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi hevtayê xwe yê çînî ra tevî amajeya bi girîngiya pêwendiyên navbera Îranê û Çînê, destnîşan kir: Îranê pêwendiya herî girîng a stratijîk li cîhanê digel Çînê heye.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li hevdîtina digel Wang Yî hevtayê xwe yê çînî ku li mêvanxaneya dewletî ya Pêkenê hat lidarxistin, sefera Elî Larîcanî û desteya pêra bo Çînê wek destpêkeka nû da zanîn û got: Çîn ji welatên girîng bo Îranê ye û roleka bilind di  warê sioyaseta derveyî digel Îranê heye.

Zerîf tevî amajeya bi vê yekê ku hevrê digel serokê Parlimanê û desteyeka pileberz sefera Pikenê kiriye, got: Ev sefer destpêkeka nû li pêwendiyên du welatan e û nîşana nêrîna stratijîk a Têhranê li Çînê ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî pîrozkirina sala nû ya Çînî li gel û dewleta vî welatî, ji pêşwaziya bicoş a Çînê ji vê seferê sipasî kir.

Wang Yî, wezîrê karên derve yê Çînê jî li vê hevdîtinê li ser girîngiya pêwendiyên du welatan pêgirî kir.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku li ser vexwendina Lî Jan Şo, hevtayê xwe yê çînî di serê desteyekê da sefera vî welatî kiriye, berbanga îro anku Sêşemiyê li gorî dema herêmî, gihîşte firokexaneya navneteweyî ya Pêkenê.