Sibat 19, 2019 11:07 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Diqet û esehiya mûşekên Îranê li cîhanê bêhempa ye

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku diqet ûesehiya mûşekên îranî li cîhanê bêmîsal e, got: mûşekn îranî bi kêmtirîn asta şaşitî û jirêderketinê ji armanca diyarkirî dikevin.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, Serdar Serleşker Mihemed Baqirî roja Duşemiyê li Lêkolîngeha zanistên Îslamî ya Îmam Sadiq (S) a Qumê li başûrê Têhranê her wiha got: Mûşeka îranî ya Xoremşehrê di testên dawiyê da, di mesafeya 1300 Kîlomitrî da bi kêmtir ji mitrek jirêderketinê li armancê dikeve ku ev yek li cîhanê bêmînak e.

Serokê Erkantiya Giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî amajeya bi êrîşa têrorîstî li başûrê rojhilata Îranê got: Tevdîrên lazim jibo pêşîlêgirtina ji dubarebûna van cûr êrîşên têrorîstî û tolhildana ji sebebkarên wê jibo mayîndetiya ewlehiya navçeyê hatine kirin.

Roja 13ê Sibatê otobûseka hilgirê sînorvanên Îranê di rêya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilata Îranê kete ber êrîşa têrorîstî ku di vê êrîşê da 27 kes ji sînorparêzên Îranê şehîd bûn û 13 kes jî birîndar.

Koma têrorîst a nasyar bi "Ceyş El Zulmê" berpirsiyariya vê rîşê girte ustiyê xwe.