Sibat 19, 2019 11:07 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Berjewendiyên hevpar bûye sebeba xurtbûna hevkariyên Îran û Çînê

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê armanca herî girîng a sefera xwe bo Pêkenê berfirehkirina pêwendiyan da zanîn û got: Berjewendiyên hevpar ên Îran û Çînê bûye sebeba xurtbûna hevkariyên dualî.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî ku lis er vexwendina Serokê Kongreya Gel a Çînê sefera Pêkenê kiriyem berbanga îro Sşemiyê li gorî dema herêmî di dema daketina li firokexaneya Pêkenê li nav koma nûçegihanan her wiha got: Li vê seferê ji billî gotûbêjên parlimanî, gotûbêjên cûrbicûr jî li warên din jibo xurtkirina asta pêwendiyên siyasî, çandî, zanistî û aborî pêk tên.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê ku li ser vexwendina Lî Jan Şo, hevtayê xwe yê Çînî di serê desteyekê da sefera vî welatî kiriye, sipêdeya îro anku Sêşemiyê li gorî dema herrêmê gihîşte firokexaneya navneteweyî ya Pêkenê.

Larîcanî dema ku gihîşte firokexaneyê ji aliyê Mihemed Kişawerz-zade, balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Çînê û Lî Şoe Yong, serokê Komîsiyona Perwerdehî, zanist, çand û saxlemiyê ya Kongreya Gel a Çînê va ku hevdem serokê Koma Dostiya parolimanî ya du welatan e, hat pêşwazîkirin.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve, Bîjen Namdar Zemngene, wezîrê petrolê, Ferhad Dijpesend, wezîrê karên aborî û heyitiyê û Ebdulnasir Himetî Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Îranê jî di vê seferê da hevrêtiya Larîcanî dikin.

Hevdîtina bi Şî Cîn Pîng, Serokomarê Çînê, hevdîtina bi Lî Jan Şo, Serokê Kongreya Gel û hevdîtina bi Koma dostiya Parlimanî ya Çîn û Îranê ji bernameyên sefera Larîcanî bo Çînê ne.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê her wiha biryar e ku seredana Parka Zanist û Têknolojiya Çînê li Pêkenê bike.