Sibat 19, 2019 10:02 Asia/Tehran
  • Qasimî: Erebistasn cihê şandina têrorîma birêxistinkirî di asta cîhanê da ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Dewleta siûdî wek jêderka ramaneka paşverû û binyatşop ku cihê şandina têrorîsma birêxcistinkirî di asta cîhanê da ye, bi ti awayî hêja nîne ku aliyên din tawanbar bike.

Li gorî rapora IRNAyê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behramê Qasimî Duşemiyê bi şev wek berteka li hemberî gotinên bi dijminatî yên Adil Cubeyr, wezîrê rawêjkar li karên derveyî yê Erebistanê li sefera bo Pakistanê derbarê Îranê got: Gotinên tijî kîn û nefret ên rayedarê siûdî vê rastiyê naguherîne ku bavê manewî yê rastîn ê têrorîsma tekfîrî li cîhanê û navçeyê kesek ji billî dewleta wî nîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Cubeyr divê dewsa helahelayê jibo xalifandina raya giştî ya cîhanê ji rola Riyazê li damezirandin û berbelavkirina komên bêrehm û mirovkuj, berpirsiyariya têrorîsma ku koka wê li nav njyara desthilatdariya Erebistanê ye be û cinayetên xwe li Yemenê û kuştina xelkê bêghuneh ê welatên din ên navçeyê û heta welatên din ên cîhanê ji aliyê komên têrorîst ên çêkirî ji aliyê xwe va li navçe û cîhanê bîne zimên.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Rêxistinên çalak li warê Mafên Mirovan bi caran bi dayîna hin biryarnameyan bala raya giştî kişandine ser binpêkirina giran a Mafên Mirovan li Erebistanê, tevî vê yekê ev welata hîn ji aliyê Amerîjka û civatên Rojavayî va tê piştgirîkirin û bi palpiştiya wan bi salan e ku zêdegavî û tundrêtiyê dike û têrorîstên ku bi xwe perwerde kirine, bi çek û talîmatan bipergal dike.