Sibat 18, 2019 15:49 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê Inqilabê: Amerîka di halê lawaztirbûnê da ye, bila haya berpirsan ji fêl û fenda ewrûpîyan hebe

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî got ku Nizama Komara Islamî di cîgeha herîbaş û bereya zorbêjan di serê wê de Amerîka di rewşa herîlawaz da ye.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, Hezretê ayetullah Xaminêyî îro di hevdîtina digel hezran kes ji gelê Parêzgeha Azerbaycana Rojhilatê (li bakura rojhilata Îranê) bal kişand ser cîgeha lawaz a dijmin ango bereya zorbêjan û di serê wê de ya Amerîkayê û pêgirî kir: Em naxwazin ku ji dijmin xafil bibin lê, rastî wê yek nîşan dide ku dijmin bi awayekî giran mijûlê meseleyên navxweyî û derveyî ye.

Hezretê ayetullah Xaminêyî ``pirsgirêkên civakî``, ``xemokî û bêhêvîbûna ciwanan``, jordaçûna asta kuştin û cinayetê`, ``berfiebûna bikaranîna madeyên hişber``, ``gêreya di navbera serokên Amerîkayê de`` û ``deynên giran û ecêb`` hin ji pirsgirêkên Amerîkayê zanîn û got: Ew babetana li gorî belge û amarên fermî yên navxweyî yên Amerîkayê xwe ne, serokên Amerîkayê ji ber van pirsgirêkana tûşî rewşa niha ya li Sûrîye, Iraq û Efganistanê bûne û ew gellekî hêrs in.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî bal kişand ser lidarxistina serneketî ya civîna Werşoyê û got: Rayedarên lawazaqil ên Amerîkayê hin dewletên hevkarê xwe û yên lawaz û tirsîyayî ji bo civîna Werşoyê û biryardayîna dijî Îranê vexwendin lê ew civîna negihêşte hîç encamekê û evana gişk nîşaneyên lawazîyê ne û dijmin ku di rewşa lawazîyê da hêrs dibe dest bi hellahella û dijûnan dike.

Wî civîna işkestxwarî ya Werşoyê û hevdîtina rayedarên welatên di rû da misilman digel rayedarên Rêjîma Sîyonîst û hevpeymanîya digel Amerîkayê sedema jinavbirina ebûra wan zanîn û pêgirî kir: Wan kesana di nava gelê xwe da tu ebûr û cîgeheke tineye.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî herwiha di çarçova temîdayîna bo berpirsên Îranê da, serederî û karên welatên rojavayî ``fêlbazîya rastî`` bi nav kirin û got: Rewş û biryara amerîkîyan ku kivş û dîyar e ji ber ku dijminatîya wan aşkira ye lê divê haya we ji ewrûpîyan hebe ji ber ku ev bi fêlbazîyan kar dikin.

Hezretê ayetullah Xaminêyî herwiha got: Dema ku ev Inqilaba çiqilleke lawaz bû, hemî dijmin bûn yek lê nekarîn karekî bikin, ser vî esasî roja îro ku ew çiqila bûye dareke mezin, ew qet nikarin tu karekî dijî Inqilabê bikin.