Sibat 17, 2019 12:55 Asia/Tehran
  • Senatorê amerîkî: Biryara Trump a derketina ji Peymana Navokî ya Îranê bêaqiliyeke mezin bû

Senator Tim Kaine duh biryara serokomarê Amerîkayê Donald Trump a derketina ji Peymana Navokî ya Îranê bêaqiliyeke mezin da zanîn û hegera wê pexîliya Trump derheq serokomarê berê Barack Obama hesiband.

Li gor nûçeya IRIB Newsê, Tim Kaine li bara daxwaza alîkarê serokomarê Amerîkayê Mike Pence ji ewropiyan ya derketina wan ji Peymana Navokî û bersiva redkirinê ya ewropiyan bo wî jî got: Şûkra Xwedê ku ewropî pêbendî dîplomasî û  aştiyê ne.

Alîkarê serokomarê Amerîkayê Mike Pence roja pêncşemê li rûniştina Warşowayê û duh jî li Konferansa Munîxê ji ewropiyan xwest herwek Amerîkayê ji nav Peymana Navokî ya bi Îranê re derkevin, lê belê Yekitiya Ewropayê ev daxwaza wî red kir.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê Fedrîka Mogerînî li Konferansa Ewlekariyê ya Munîxê desnîşan kir ku Ewropa  tevî gişt zext û zorên Amerîkayê Peymana Navokî bitûm cih tîne.

Serokomarê Amrîkayê Donald Trump li roja sêşemê 8 Golana 2018 bi awayekî yekalî ji Peymana Navokî ya ku Îranê û Koma 5+1(Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanyayê)  ew îmza kiribû û li Konseya Ewlehiyê ya NY hatibû pejirandin, derket û dîsa boykotên li dij Îranê vegerandin.

Ev kiryara Trump ji aliyê civaka cîhanî ketiye ber rexneyên tund.