Çile 23, 2019 11:03 Asia/Tehran
  • Himetî: Siyasetên Îranê di warê pereyê derveyî da nakevin bin bandora danûstadinên aborî yên Ewropayê

Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Komara Îslamî ya Îranê Sêşemiyê bi şev tevî pêgiriya li ser vê yekê ku plandarêştin û siyasetên Îranê li warê pereyê biyanî di bin bandora çerxeya aborî ya Ewropayê da nînin, hêvîdarî kir ku rêbaza kanala malî ya Yekîtiya Ewropayê digel Îranê nasyar bi SPV'yê di pêşerojeka nêzk da cih bê.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Komara Îslamî ya Îranê, Ebdulnasir Himetî her wiha bi gotina vê yekê ku îro rjê Îran ber bi mayîndetiya rûdanên civakî û aborî va diçe, got: Komara Îslamî ya Îranê kariye li hemberî hêzxurtên mezin ên cîhanê ku bi t6evahiya şiyana xwe şerê Înqilaba Îslamî dikin, bi ser bkeve.

Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Komara Îslamî ya Îranê zimhêrên pereyê biyanî yên Îranê gellek baş da zanîn û got ku bi pêvajoya niha, astengêîderxistina dijminan dê alîkariyê bike ku Îran Abora ser bingeha Berxwedanê bi dest bixe û bûdceya xwe ya niftê kêm bike.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya îranê jê vê dawiyê tevî pêgiriya lis er vê yekê ku Îranê nema li hemberî destdirêjker û zorbêjan bejna xwe tewandiye û dê neteweîne, destnîşan kir: Îranî li Şerê vîn û iradeyan, dê li hemberî Amerîkayê bi ser bikevin.

Amerîkayê pişûtî derketina ji Lihevkirina Atomiyê, şerekî giştalî jibo anîna zextê li ser Îranê bi rê xistiye.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê, 8ê Gulana 2018an bi awayê yekalî û tevî binpêkirina sozên Waşîngtonê yên li warê Lihevkirina Atomî, welatê xwe ji vê lihevkirinê derxist û vegeriyana boykotên atomî dijî Îranê ragihand.

Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.