Çile 17, 2019 08:01 Asia/Tehran
  • Qasimî: Rawestandina dayîna vîzaya geştyariyê jibo welatiyên Polonyayê nayê piştrastkirin

Behram Qasimî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Çarşemiyê bi şev nûçeya mêdyayên polonyayî derbarê rawestandina dayîmna vîzaya geştyariya Îranê bo welatiyên Polonyayê piştrast nekir.

Li gorî rapora IRNAyê, Kanala Radyoyî ya Zet'a Polonyayê (Lehistan) roja Çarşemiyê angaşt kiribû ku Îranê dayîna vîzaya geştyaeriyê bo welatiyên polonyayî daye rawestandin.

Ev îdia li halekî hat hilêxistin ku vê dawiyê li pey biryara Wersawê (Werşo) jibo lidarxistina civîna dijî Îranê li Polonyayê bi hevkariya Amerîkayê di meha Sibatê da, kardarê Wersawê li Têhranê bo wezareta karên derve ya Îranê hat xwestin û îtiraza Komara Îslamî ya Îranê li bara lidarxistina vê civînê jêra hat ragihandin.

Mayk Pompêo, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja Îniyê, 11ê Çileyê qala bernameya waşîngtonê jibo lidarxistina civîneka dijî Îranê di rojên 13 û 14ê meha Sibata 2019an li Wersawa paytexta Polonyayê kir.

Ev kiryar di dewama hewildanên kirêt ên Amerîkayê di mehên dawî jibo bawerandina siyaseta Pêkanîna Tirsa ji Îranê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hemberî vê biryara Waşîngtonê li Twîtera xwe nivîsî: Kesên ku di adwîn şanoya dijî Îranê ya Amerîkayê beşdar bûn an bê avrû bûn an bon qiraxê hatine wêdadayîn.

Mihemed Cewad Zerîf got ku Îran ji her demê bihêztir e.

Wezîrê karên derve yê Îranê di dewamê da ji Wersawê ji ber vê civîna dijî Îranê rexne kir û ragihand: "Dewleta Polonyayê nikare vê serşûriyê paqij bike; Li halekî ku Îranê polonyayî di şerê duyem ê cîhanê sitirandin, niha ev welata bûye mazûvanê sîrka kirêt a dijî Îranê".

Mesûd Idrîsî Kirmanşahî, balyozê Îranê li Kirmaşanê jî li hevdîtina digel rayedarên vî welatî, Wersaw wek berpirsa dûhatên her cûre pêkhatina nakokiyê li pêwendiyên dîrokî û siyasî navbera du welatan da zanîn û ji berpirsên Polonyayî xwest ku nebin darê destan jibo armanc û berjewendiyên Amerîkayê bona lidarxistina civîneka bi vî rengî.