Qasimî: Vîjdanên hişyar ên cîhanî bona rawestandina şerê li Yemenê ketine tevgerê
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê diyar kir: Vîjdanên hişyar ên cîhanî bona rawestandina şerê li Yemenê ketine tevgerê.
Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li gotûbêja bi Mehr Newsê re ku îro yekşemê hat weşandin bal kişand ser vê yekê ku qeyrana Yemenê derbasî qonaxeke nû bûye û got: Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji aliyekê ve bi micidî bala xwe daye ser mijara Yemenê û ji aliyê din ve hin ewrûpî jî hewl dan ku bandora xwe ser hevalbendiya siûdî bikar bînin.
Qasimî bal kişand ser plana çar xalî ya Îranê ku li Nîsana 2015`an bona çareserkirina qeyrana Yemenê hat raberkirin û got: Ev plana yek ji wan riyan e ku dikare rewşê bo aramî û ewlehiyê pêk bîne û rewşeke asayî û normal vegerîne Yemenê û mesela destdirêiyê bi dawî bîne.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha li bara encamên muzakirên cihhatî li Swedê li bara qeyrana Yemenê destnîşan kir: Li muzakira komên yemenî li Swedê ku bin çavdêriya NY cih hat, pêngavên erênî hatin rakirin ku Îran jê pêşewaziyê dike.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Divê hewl bidin bi alîkariya NY û hemî welatên bibandor mesela Yemenê ber bi qutkirina destdirêjiya destdirêjkiran, pêkanîna rewşeke aram, agirbes, pêkanîna rewşekê bona pêkanîna rewşekê bo alîkariya bo kesên nexweş û mezdûr û dabînkirina xwarek û alîkariyên mirovhzeiyê û dewama muzakirên ku li Stokholmê destpê bûn, tev bigerin.