Kanûn 16, 2018 11:07 Asia/Tehran
  • Îranê êrişa terorîstî ya ser Belûçistana Pakistanê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Kraên derve ya Komara Îslamî ya Îranê şeva çûyî êrişa terorîstî ya ser qereqoleke ser sînor li eyaleta Belûçistana Pakistanê şermezar kir .

Berdevkê Wezareta Kraên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî hevderdiya netew û dewlata Îranê bi dewlet û netewê Pakistanê  û bi malbatên gorî û birîndarên vê cinayetê re diyar kir û ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo jinavbirina diyardeya kirêt û qirêj a terorîzmê li her şikl û formekê  bona hevkariya bi Pakistanê re amade ye.

Rayedarên wezareta karên derve ya Pakistanê duh berêvarê li hevdîtina sefîrê Îranê li Îslamabadê xwest ku bila Pakistan û Komara Îslamî ya Îranê li ber her liv û tevgereke terorîstî li ser sînorê hevpar hevkariyê bikin û gavên hevpar bavêjin daku bûyerên tal ên terorîstî dubare nebin.

Komara Îslamî ya Îran û Pakistan wek du welatên cînar û bira hez dikin li ser sînorê wan ê hevpar ewlehî û îstiqrar hebe loma ew amade ne bona sekinîna li ber terorîst û mirovên şerûd hevkariyê bikin.

Di encama êrişa terorîstî ya înê êvarê li eyaleta Belûçistana Pakistanê 6 leşkerên pakistanî can dan û 14 kes jî birîndar bûn.